Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê pêşniyara Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bo agirbesta hertîmî red kir

11:46 - 30 Çirriya paşîn 2023

Şêwreya Ewlehî ya Saziya Natwên Yekgirtî pêşniyar daye Îsraîlê ku agirbesta hertimî rabigehîne lê Îsraîlê ew pêşniyare red kir, ji aliyê din ve Amerîkayê gotiye ku Îsraîl amadeye agirbesta yek roje bo azadkirina barimteyan erê bike.

Îsraîlê pêşniyara Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bo agirbesta hertîmî red kir û ragihand ku amade nîne agirbesta hertîmî li hember milîsên Hemasê rabigehîne lê pêka gotina “Lînda Tomas Girînfîld” nûnera Amerîka li Saziya Netewên Yekgirtî, Îsraîl amade ye li hember azadkirina her 10 barimteên li destê milîsên Hemasê, agirbesta yek roje erê bike.

Herwisa û li vê derheqê de li roja Pêncşemî 9ê Sermawezê, bi lihevkirina Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê, agirbesta yekroje bo veguherîna barimteyan digel binçavkiriyan hate ragihandin û agirbesta demkî rojek din jî hate dirêjkirin.

Li vê derheqê de Ofîsa “Binyamîn Netanyaho” Serokwezîrê Îsraîl jî ragihandibû ku hekî heta demjimêr 7ê sibêdehê bi dema Îsraîlê, lîsteyekî nû ya peywendidar bi azadkirina barimteyan bo wan neyê şandin, dê şer dest pê bike.