Pêka dawî biryara Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê, agirbesta Xezê bo rojeke din hate dirêjkirin û lîsteyeke nû ya barimteyan û binçavkiriyan bo veguherînê hatiye diyarîkirin.
Pêka dawî biryara Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê, agirbesta Xezê bo rojeke din hate dirêjkirin û rê bo veguherîna barimteyan digel binçavkiriyan û herwisa gihandina alîkariyên mirovî bo Xezê hate vekirin û Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku lîsteyekî nû bo azadkirina binçavkiriyan li berdest de heye.
Ofîsa “Binyamîn Netanyaho” yê Serokwezîrê Îsraîlê jî li vê derheqê de ragihand ku tevî dirîêjkirina yekrojeya agirbestê li navbera Îsraîl û milîsên Hemasî, lîsteyekî nû ji jin û zarokan bo azadkirinê li berdest heye.
Herwisa milîsn hemasê jî ragihandine ku pêka xalên vê girêbestê lîsteyekî nû ji navê jin û zarokên ku biryare roja Pêncşemî 9ê Sermawezê, bêne azadkirin li berdest e.
Herwisa heyva Sor a Felestînê jî ragihand ku 21 kamiyonên hilgirê alîkariyên mirovî giştine bakûrê Xezê.