Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama 8 mehan de rejîma Îranê 16 kolber li sînorê Banê kuştine

18:44 - 30 Çirriya paşîn 2023

Rêkxirava mafê Mirovê ya “Hengaw”ê raporek li ser amara kuştina Kolberan li sînorê Banê ji aliyê rejîma Îranê ve li heyama 8 mehên derbasbûyî de tomar kiriye û pêka vê amarê, 16 kes li sînorê Banê, hatine kuştin.

Li beşeke rapora “Hengaw”ê de hatiye: “Rejîma Îranê li heyama 8 meh û 4 rojên derbasbûyî anku 250 rojan de li sînorê “Banê”, 16 kolber kuştine ku yek ji wan zarokekî temen 17 salî yê bi navê “Farûq Elîzade” ye û herwisa li heyama 70 rojên derbasbûyî anku ji destpêka demsala Payêza îsal ve, 82 kolber bi teqeya rasterast ji aliyê rejîma Îranê ve hatine birînîndarkirin.

Pêka vê raporê, fermandeyê hêzên çekdar ên rejîmê li sînorê Banê “Mehdî Wahidî” û cihgirê wî yê bi navê “Mistefa Muradî” li teqekirin û kuştina kolberan de rola bingehîn hebûne.

Herwisa “Hengaw”ê nasnameya 16 kesên ku li sînorê Banê de ji aliyê hêzên hov û dije mirov ên rejîma Îranê ve hatine kuştinê, belav kiriye ku piraniya temenê wan li navbera 17 heta 26 salî ne.

Pêka vê amarê, rejîma Îranê bi teqeya rasterast ew kolberane kirin e armanc û kuştine û bilî çeka kilaşînkof, çekên wek “RPG” û çekên nîvegiran jî bikar anîne.