Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOM: “Gemiya Ayzenhavêr gihîşte Rojhilata Navîn”

11:44 - 5 Çirriya paşîn 2023

Gemiya “Navgan” balafirhilgira “Ayzenhavêr” digel hejmarek ji gemiyên şerker ên Amerîkayê gihîşte Rojhilata Navîn û armanca hatina wan gemiyên şerker bo Rojhilata Navîn, piştevaniya zêdetir ji hevpeymanên Amerîkayê hatiye ragihandin.

“CENTCOM”ê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de daye zanîn: “Girûpa derbelêdana 2 ku fermandehiyê li ser gemiya balafirhilgira “USS Ayzenhavêr, gemiya şerkera USS Fîlîpîn Oşin bi mûşekên Kurûz, gemiya şerkera USS Misiyon bi mûşekên kurûz, gemiya şerker a USS Giryolî, gemiya şerkera “Dirson, digel 3 skadranên esmaniyên xwe û tîma fermandehiya şerê zanyariyan” gihîşte Rojhilata navîn.

“CENTCOM”ê armanca hatina wan gemiyan bo Rojhilata Navîn “bo piştevaniya zêdetir ji hevpeymanên Amerîka û ewlehiya wan li Rojhilata Navîn” de ragihjandiye.

Herwisa Pêntagonê jî li roja Sêşemî 3ê Xezelwerê ragihandibû ku skadrana F16 Falkon a Amerîkayê bo zêdetirkirina şiyana berevaniya hêzên Amerîka bo devera li jêr desthilata “CENTCOM”ê şandiye.

Tevî ku Amerîkayê ragihandiye ku ew hêzane bo piştevanî ji hêzên xwe yên din li Rojhilata Navîn de şandine, lê li egera berfirehtirbûna şer li Xezê bo deverên din ên Rojhilata Navîn, Amerîkayê bo lêdana her armanc û hêzeke dijberî xwe bi qasa hewce li Rojhilata Navîn bi taybet li Kendav, Deryaya Sor û Deryaya Naverast de hêz cihgîr kirine.