Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Seqizê 5 kolber bi teqeya rasterast a hêzên çekdare rejîmê birîndar bûn

11:46 - 5 Çirriya paşîn 2023

Roja Pêncşemî 11ê Xezelwerê, 5 kolber bi teqeya hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Bestam a Seqizê hatine birîndarkirin.

Kurdpayê ragehand, ku nasnameya du kes ji wan kolberan yên bi navên Siyamek Sohrabî û Keywan Kerîmiyan ragehandiye, herwisa hêzên çekdare rejîmê despêkê ev 5 kolber girtine û piştre kelûpelên wan birine.

Hêzên întizamiye rejîmê piştî girtina wan kolberan û birina kelûpelên wan, di mewdayek nêzîk de teqe ji wan kolberan kirine.

Ev 5 kolber piştî birîndarbûnê, bo wergirtina tedawiyên pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.