Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê Xezê berdewame û Amerîka jî agirbesê bi qazancê Hemasê dizane

11:49 - 5 Çirriya paşîn 2023

Êrîşa Artêşa Îsraîl bo ser Xezê berdewame û hêza vejayî li halê pêşrewiyê de ye, û bajarê Xezê bi temamî li dorpêça leşkeriye hêzên Îsraîl de ye û bi vê êrîşê beşa bakûr û başûra Newara Xezê jev hatine weqetandin.

Roja Şemiyê 4ê Çirriya Paşîn, deshilatdarên çend welatên Erebî ên xwedî bandor digel Bilînkênê wezîrê derve yê Amerîka kom bûn û daxwaz kirin ku bila Amerîka pêşya êrîşa Îsraîl bigre û derfetê bo agirbesê û aştiyê çêbike, lê wezîrê derve yê Amerîka daxwaza Ereban red kir û ragihand: Agirbes dê bi qazancê Hemasê be û dê ji mû ve xwe teyar bike bo şer û terorê.

Wezîrê derve yê Amerîka herwisa got: Zêdebarî evê ku mafê Îsraîle berevaniyê ji xwe bike û cehdê bike ji boy ji nav birina yekcariye Hemasê, lê hewceye ku em nehêlin eniyên şer berfirehtir bibn û şer nekêşe bo cihên dinêye nawçê.

Hevdem Serokê Deftera Siyasiya Hemasê Îsmaîl Heniye ku xwe tenê dibîne û ji aliyê welatên Erebî ve nayê pişgîrîkirin, Roja Şemiyê serdana Îranê kir û xwe havête ber dahmana Xamineyî.

Dûr ji hemî çavnihêriyên Hemasê ku bi haydana rejîma Îran û Hizbullaha Lubnanê di 7ê Oktobrê êrîş kire ser Îsraîl û di qopiya şerekî malvêranker de çeqiya, niha hem rejîma Îranê û hem Hizbullaha Lubnanê ji tirsê Îsraîl û egera kevtina ber êrîşa Amerîka basê bê agahiya xwe ji êrîşa Hemasê dikin û nevêrin bi aşkera tedaxula şer bikin.