Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê bi dana barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

11:51 - 5 Çirriya paşîn 2023

Roja Şemî 13ê Xezelwerê, Zana Perwane welatiyê xelkê bajarê Merîwanê, piştî du meh û 15 roj  ji girtina demkî bi dana barimteyê hate azadkirin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, ew welatiyê Kurd di heyama girtinê de li destpêregiheştin bi parêzer hatibû bê parkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Şemî, 28ê Gelawêja 1402 a Rojî, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmtên ku biser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.