Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salane dehan Hezar kes bi sedema bûyerên tirafîkê li Îranê de dibne qurbanî

11:54 - 5 Çirriya paşîn 2023

Saziya pizişkiya yasayî a Îranê ragihand ku qasê xisaretên caniye bi sedema bûyerên tirafîkê li 6 mehên derbasbûyî de pitir ji %8 zêdetir bûye.

Gorî raporan di heyamê 6 mehên derbasbûyî de, 10 Hezar û 720 kes li Îranê de bi sedema qezaya tirafîkê, anku tesadufê canê xwe ji dest dane, bi beravurd di gel 6 mehên berî hingê pitir ji %8 rêjeya qurbaniyan zêdetir bûye.

Li parêzgehên Sîstan û Belûçistan , Tehran, Îlam, erdebîlê qasa herî zêdeye bûyerên tirafîkê û qurbanî hebûne.

Çêbûna zêdeye bûyerên tirafîkê li Îranê de vedigerin bo wan sedeman.

Xirabî û standard nebûna rêkên hanin û çonê.

Xirabî û li xwarê bûna kowalêta Maşînan, bi taybetî maşînên berhemên navxweyî ku Ode û bedena Maşînan bi tenîka herî nasik li astê tenîka Pûta Rûn de hatiye çêkirin.

Bilez ajotina maşînan û berçavnegirtina rênimayîyên hatin û çonê.

Mijûl bûna Şofêran bi Înternêt û Mobalan û bi taybetî vekirina Laivan li dema ajotina Maşînê.

Bi wan sedeman mixabin dema ku bûyerekî tirafîkê çêdibe, kêm kes heye ku bikare bi silametî jê xelas bibe.