Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de berdewamin

11:59 - 5 Çirriya paşîn 2023

Bi sedema pêrenegiştin, guhnedana bi zanebûn û neşiyana berpirsên rejîma Îranê, dîsan li çendîn bajarên Rojilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetî bi rê ve çon.

Roja Şemî 13ê Xezelwera 1402 a Rojî, Perestdar û kadrên dermanî yên nexweşxaneya “Xumêynî” li bajarê Urmiyê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq rewşa jiyana xwe û guhnedana bizanebûn a berpirsên pêwendîdar, bi rewşa kar û jiyana wan, kombûneke nerizayetiyê li hewşa vê nexweşxaneyê de lidar xistin.

Li bajarê Tehranê, tekere firoşan kombûneke berfireh a nerizayetiyê bi sedema nebûna piştevaniya malî ya hikûmî bo kirîna lastîkan û guhnedana berpirsên pêwendîdar, lidar xistin.

Li bajarê Bihabad li Rojhilatê Parêzgeha Yezdê de jî xelkê wî bajarî kombûneke nerizayetî li derheq metirsiya belavbûna madên radyo ektîv ên kangehên çiyayên rojavayê wî bajarî, lidar xistin.

Li bajarê Qezwînê de jî kombûna nerizayetiya xisarpêketiyên kompaniya pêşfiroşa maşînan a Takistanê li ber deriyê dadgusteriya rejîmê li wî bajarê de bi rê ve ço.