Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ordonê daxwaza cihgîrkirina sîstemên pêşkevtî yên berevaniya mîşekî ji Amerîkayê kiriye

11:46 - 1 Çirriya paşîn 2023

Ordon nigeran e ku rejîma Îranê û milîsên ser bi vê rejîmê, renge şer ji Xezê berfirejhtir bikin û bo deverên cuda ên Rojhilata Navîn rakêşên, lewma daxwaza cihgîrkirina sîstemên pêşkevtî yên berevaniyê ji Amerîka kiriye.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters” û gotinên berpirsên payebilind ên berê yên Ordonê digel “Reuters”ê, ew welate nigeran e ku rejîma Îranê û milîsên ser bi vê rejîmê, şer ji devera Xezê berfirehtir bikin û bo deverên cuda li Rojhilata Navîn de rakêşên, lewma bo berevanî ji Ordonê, daxwaza cihgîrkirina sîstemên pêşkevtê yên berevanîkirinê ji Amerîkayê kirine.

Herwisa li vê derheqê de 2 rojan berî niha, nûçegihaniya “Reuters”ê bi belavkirina raporekê dabû zanîn ku Berdevkê Ertêşa Ordonê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku sîstema berevaniya esmanî ya “Patriot” li Ordonê de cihgîr bikin.

Roja derbasbûyî, hejmarek mûşekên serberdayê yên Husiyên Yemenê li deryaya sor, Deryaya Naverast û axa Misir û Ordonê kevtibûn.

Li tora civakiya “X” de çend wêneyên mûşekeke kurûz a cura “Quds4” a Hûsiyên Yemenê ku li axa Ordonê de kevtiye xwarê, belav bûne lê xuya nîne ku kevtiye xwarê an xistine xwarê.

Sîstema seqet a mûşekiya Îranê ku daye Hûsiyan axa Îsraîlê dikin armanc, di cihê axa Îsraîl, li cihên din ên Rojhilata Navîn dikevin.