Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Wezîrê derve yê Amerîka ji Îraqê ve bo Îranê

10:37 - 6 Çirriya paşîn 2023

Antonî Bilînkên Wezîrê Derve yê Amerîka li derheq tedexula rejîma Îranê li şerê Xezê de, ji Îraqê ve peyamek da deshilatdarên rejîma îranê.

Bilînkên li hisaba xwe ya “X” basê hevdîtina xwe û Sûdaniyê Serokwezîrê Îraqê nivisî: Min tekezî kir û gotê wî ku berpirsyarên êrîşa bo ser hêzên Amerîka li Îraqê de dê tawana wan kiryarên xwe û hisabê bidin û bê bersiv namînin.

Bilînkên her ji Îraqê ve peyame da Îranê ku tedexulê li şerê Xezê de ne û xwe ji wî karî biparêze.

Wezîrê Derve yê Amerîka li serdana xwe ya bo Îraqê de, li derheq helwesta Amerîka li peywendî digel êrîşa bo ser hêzên Amerîka got: Ez bi zelalî dibêjim ku em nikarin êrîş yan gefên milîsên girêdayî bi rejîma Îranê bi ser hêzên xwe qebûl bikin û ewa hewce be emê ji bo parastina xelkê xwe bikin.

Hevdem digel wan gotinên wezîrê derve yê Amerîka ku li Îraqê û li dema hevdîtina ligel serokwezîrê Îraqê dikin, binkeya hêzên Amerîka li “Eynul Esed”ê 2 caran bi tundî kevte ber êrîşa pehpadiye milîsên ser bi rejîma Îranê.