Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi rê ve çon

10:57 - 6 Çirriya paşîn 2023

Kombûnên nerizazyetî yên cuda li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine lidarxistin û ev kombûn û nerizayetiyane berdewamin.

Roja Yekşemî 14ê Xezelwera 1402 a Rojî li bajarê Urmiyê de kombûna nerizayetî ya kardên dermanî, personel û perestarên nexweşxaneya “Xumêynî” ku li roja Şemiyê ve dest pêkiribû, li roja Yekşemiyê jî berdewam bû.

Herwisa malnişînkiriyên dabînkirina civakî li bajarên Kirmaşan, Ehwaz û Dizfîlê de li ber deriyê bînaya Sendûqa malnişînkiriyên dabînkirina civakî li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa kombûna nerizayetiya mamosteyên malnîşînkirî li bajarê Kirmaşanê de jî li ber deriyê îdareya malnişînkiriyan bi rê ve ço.

Li bajarê Tehranê de jî kombûnên nerizayetiya ajotvanên taksiyan li ber deriyî îdareya taksîranî û herwisa derçoyên bo mamostatiyê jî li ber deriyê Îdareya Perwerde û Hînkarî bi rê ve çon.

Mangirtin û nerizayetiya Karmendên fermî yên kompaniya “neft û gaz a Felat Qarê” li girava Xark û herwisa yên devera Sîrî li cihên karê xwe de bi rê ve çûn.

Herwisa karmendên fermî yên kompaniya “behrêberdarî ya neft û gaza “Axacarî”, kompaniya nefta “menatiqê neftxîzê cinûb” li cihê karê xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa malnişîênkiriyên pîşeya Pola yên pîşeya pola ya Îsfehanê, pîşeya pola ya Elborzê xerbî û pîşeya pola ya Elborza merkezî” li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyên pîşeya pola li wan bajaran de kom bûnên nerizayetiyê pêkanîn.

Beşdarbûyên wan kombûnên nerizayetî daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine û piraniya wan kombûnên nerizayetî heyamekî zêde berdewam bi rê ve diçin û berpirsên pêwendîdar jî heta niha bersiva wan nedane.