Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya beşek ji binçavkiriyên li rêûresma bi axspartina şehîd “Armîta” Girawend” hate zanîn

11:00 - 6 Çirriya paşîn 2023

Li rêûresma bi axspartina şehîd “Armîta Girawend” de hejmarek ji xelkê ji aliyê hêzên tepeserkare rejîmê ve hatibûn ebinçavkirin ku nasnameya 17 kes ji wan hate zanîn.

Sendîkaya kedkarên Azad ên Îranê bi belavkirina raporekê nasnameya 17 kes ji wan kesên ku 7ê Xezelwera 1402 a Rojî li rêûresma bi axspartîna şehîd Armîtayê de ji aliyê hêzên hov ên rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin belav kiriye ku navê çendîn kesên wek “Mihemed Girawend” û “Nesrîn Stûde” jî li wî lîsteyî de têne dîtin.

Rejîma Îranê bi rêya hêzên serkutker ên ewlehî, leşkerî û îtilaatî” ji dema ku şehîd Armîta kevte rewşa komayê û heta şehîd bû û bi axê jî hate spartin, malbata Armîtayê, dayîk û bav, hevpolî, çalakên ku li ser wê cinayeta rejîmê hatne deng, rastî dijwartirîn givaş û bêrîzîkirinan hatine û heta niha jî ew givaş û bêrêzî, berdewam in.

Hêzên rejîmê li 7ê Xezelwerê de li rêûresma bi axspartina şehîd “Armîta”yê de bi 10an kes ji beşdarbûyên vê rêûresmê bi tundûtîjî binçav kirin ku heta niha nasnameya 17 kes ji wan hatiye zanîn.

Tirba şehîd “Armîta Girawend” li beşa 99 a goristana Bihiştê Zehra a bajarê Tehranê de ye.