Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li şeva derbasbûyî li Xezê de, gelek dijwar bûye

11:48 - 6 Çirriya paşîn 2023

Tewî bombaranên li şeva derbasbûyî li Xezê, êrîşên vejayî yên hêzên Îsraîl bo ser binkeyên Hemasê û heta şerê çeper bi çeper jî bi awayekî dijwar qewimîn.

Tewî daxwza Saziya Netewên Yekgirtî bo sekinandina şer, hêzên Artêşa Îsraîlê bi rêya esmanî û vejayê êrîş kirine ser hêz, binke û çeperên Hemasê û şerekî gelek dijwar li vê şevê de qewimiye.

Pêka raporên belavbûyî, piştî dorpêça tewaw a devera bakûrê Xezê ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve, şer mal bi mal, û heta şerê destevyexe li çendîn beşên vê deverê de bi awayekî dijwar qewimîne.

Li vê derheqê de jî berdevkê Artêşa Îsraîlê Generalê payebilind “Jonathan Conricus” tewî piştrastkirina tundtirbûna wî şerî got: “Em mijûlê derbelêdan bi Hemasê û pêşveçona çeper bi çeper de ne ku pêka bernameya darêştî bo jikarxistina şiyana leşkerî ya Hemasê em diçe pêş”.

Herwisa navbirî got: “ bi tekezkirin li ser êrîşa bo ser jêrxanên binerd ên Hemasê, hêzên vejayî, zirêpoş topxane û endazyariyê mijûlê şer in û hevdem digel şerkirinê, alîkariyê didne hêza esmanî jî ku binkeyên Hemasê bikin armanc”.

Li şeva derbasbûyî de hêz, binke û navendên Hemasê bi awayekî gelek dijwar li navenda bajarê Xezê de hatine mûşekbarankirin.