Pêka zaniyariyên belavbûyî fermandeyê spaha pasdaran a rejîmê li bajarê Bokanê, piştî gazîkirina berpirsên îdareyên wî bajarî, gotine wan ku ti kes ji wan, bi bê îzna spaha pasdran, mafê dana kar bi ti kesekî nînin.
Li vê kombûna nihênî de ku li cihê kombûnên fermandariya rejîmê li bajarê Bokanê de bi rê ve çobû, nameyeke nihênî dane berpirsên Îdareyan û ev name bi wan dane wajokirin.
Pêka zanyariyan, ev nameya nihênî a ji aliyê sipaha pastaran ve, bo hemû bajarên parêzgeha Urmiyê hatiye şandin.
Spaha pastarana terorîst hemû demûdezgehên hikûmî yên bajaran xistine jêr desthilta xwe û li vê hewla nû de jî bi destêverdan li karûbarên îdareyan li parêzgeha Urmiyê, dixwaze rêgiriyê ji damezrandina wan kesan bike, ku ser bi rejîmê nînin.