Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Alman daxwaz ji xelkê xwe yên li Lubnanê kir ku ji Lubnanê derkevin

17:02 - 6 Çirriya paşîn 2023

Wezareta Derve ya Alman daxwaz ji hevwelatiyên xwe yên li Lubnanê de kir ku ji Lubnanê derkevin û pêka gotina berdevkê vê wezaretê, metirsiya berfirehtirbûna şer li deverê de berdewam e.

Roja Dûşemî 15ê Xezelwera 1402 a Rojî, Wezareta Derve ya Alman daxwaz ji hevwelatiyên xwe yên li Lubnanê de kir ku ji Lubnanê derkevin û pêka gotina berdevkê vê wezaretê, metirsiya berfirehtirbûna şer li deverê de berdewam e.

Niha nêzî hezar kes li lîsteyekê de hatine tomarkirin ku dewleta Alman dixwaze li dema alozbûna sînoran amadeyê derxistina wan ji Lubnanê dibe.

Herwisa pêka gotina nûçegihaniya “BBC”, Birîtaniyayê beşek ji siyasetmedarên xwe yên li Lubnanê, ji wî welatî derxistine.

Li halekê de ku êrîşên Îsraîlê bo ser Hemasê û Cehada Îslamiya Felestînê li Xezê de dijwartir û tundtir dibin û rakêthavêtinên Hizbullah a Lubnanê bi awayê perakende berdewam in û îsraîlê binkeyên Hizbullahê dike armanc, metirsiya berfirehtirbûna wî şerî hêj berdewam e.

Bi hatina nawganên şer ên Amerîkayê û gemiyên balafirhilgir û cihgîrbûna hêzên leşkerî yên taybet ên Amerîka li Rojhilata Navîn û hatina gemiya jêraviya navkî ya Amerîkayê ber bi Rojhilata Navîn, û pîlanên şerxwazaneyên rejîma Îranê bo bi kuştindana xelkê Felestînê û xelkê welatên wek Lubnan, Yemen û çend welatên din tirsa berfirehtirbûna şer bi ser beşek ji welatên Rojhilta navîn de zal bûye.