Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê Opozisyona Îsraîl dibêje: Bila Mehmûd Ebas kontirola Xezê bigre dest xwe

11:00 - 7 Çirriya paşîn 2023

Di demekê de ku Îsraîl ragihandiye piştî kontirolkirina Xezê û ji navbirina yekcariye Hemasê û vegerandina aramiyê, dê bi serperstî û berpirsayetiya welatekî Erebî dê deshilatekî ewle li Xezê de ava bike, rêberê opozisyona Îsraîl dibêje:  Bila piştî dawîpêhatina şer, deshilat û kontirola devera Xezê bi Mehmûd Ebasê serokê rêkxistina xwebirêveberiya Felistînê.

Îsraîl ragihandiye ku piştî tewawbûna şer û vegeryana aramiyê û ji navçona Hemasê, dê deshilata birêveberiya Xezê bide welatekî Erebî ku basê Erebistan yan Misrê heye ku vê berpirsayetiyê bikêşe ustiyê xwe, vê demê Îsraîl dê alîkar be ji bo avedaniya devera Xezê ku bi sedema şer xisar pêkevtiye.

Bo vê armancê Îsraîl her nihade daxwaza alîkariyê ji welatên hevpeymanê xwe kiriye ku li avedankirina Xezê de alîkar bin û Îsraîl basê hindê kiriye ku niha de divê li fikra anîna dehan hezar kirêkaran de bin bo çêkirina Xezê.