Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya malnişîkiriyên Muxabirat li 10an bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi rê ve çon

11:07 - 7 Çirriya paşîn 2023

Malnişînkiriyên kompaniya Muxabiratê li 20 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştina berpirsan bi daxwaziyên xwe kirine.

Malnişînkiriyên kompaniya Muxabirata Îranê heyamekî zêde ye ku li rojên Duşemî yên hemû heftiyan li ber deriyê bînaya vê kompaniyê li bajarên cuda de kom dibin û daxwaza pêregihîştina berpirsan bi daxwaziyên xwe dikin lê rejîma Îranê heta niha jî bersiva wan nedaye.

Kombûna nerizayetiya malnişînkiriyên Muxabiratê li ber deriyê bînaya vê îdareyê de li bajarên “Urmiye, Kirmaşan, Sine, Merîwan, Îlam” li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa bajarê Xuremabadê de bi rê ve çon.

Herwisa li bajarên din ên Îranê yên wek “Şîraz, Zencan, Tehran, Bender Ebbas, Qezvîn, Zahidan, Sarî, Tewrêz, Erak, Yasûc, Reşt, Erdebîl, Îsfehan û Ehwazê de jî malnişînkiriyên Muxabiratê li ber deriyê vê Îdareyê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine.