Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa milîsên Îranê bo ser hêz û binkeyên Amerîka berdewamin

11:14 - 7 Çirriya paşîn 2023

Li 24 demjimêrên derbasbûyî de, çendîn caran hêz û girûpên girêdayî bi rejîma Îranê li Îraq û Sûriyê de êrîş kirine ser binkên leşkeriye Amerîka.

Saziya mafê miroviye Sûriyê ragihand: Şeva derbasbûyî çendîn teqînên mezin li binkên hêzên Amerîka de çêbûn û hevdem firokên bêfirokevan anku Pehpat jî li Esman digeriyan.

Herwisa binkê Amerîka li Elşedadiya başûra Hesekê kevte ber êrîşa rakêtan û teqînên mezin bi wê sedemê ve li nava wî binkeyî de qewimî.

Li heyamê 48 demjimêrên derbasbûyî de, dehan êrîşên mûşekî û pehpadî, ji aliyê girûp û taxmên girêdayî bi rejîma Îranê li Îraqê de, bo ser binkên hêzên Amerîka hatine kirin.

Gerçî heya niha Amerîka basê xisarên canî ya hêzên xwe li wan êrîşan de nekiriye, berdevkê Pêntagonê got: Bi sedema wan êrîşan hin hêzên me bi sivkî birîndar bûne û sedeme geheştiye mêjiyê wan.

Amerîka li heyamê şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, dehan caran rejîma Îranê haydar kiye ku li hember heçî êrîşekî Milîsên li deverê de, rejîma Îranê berpirsyare û ev yeka bê bersiv namîne.

Ewa jî di demekê de ye ku li heyamê mehekê de, 38 caran hêzên Amerîka kevtine ber êrîşa milîsên girêdayî bi Îranê.