Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bi dijî piştewaniya rejîmê ji Hemasê ne

11:33 - 7 Çirriya paşîn 2023

Rejîma komara îslamiya Îranê ku sebebkarê peşqelê agirê şerê di navbera Hemas û Îsraîl e, jibilî evê ku hemî dezgehên ragihandinê ye xwe xistine xizmeta pirûpagenda ji bo Hemas û Hizbullahê, û li cehda haydana girûpên girêdayî bi xwe li deverê de ye bi armanca berfiretirkirina şer li nawçê de, di navxweya Îranê de jî dest kiriye bi lêdana postêr û binêrên teblîxî li ser der û dîvarên bajaran bo piştewanîkirina ji Hemasê.

Xelkê vêzarbûyî ji şerxwazî û tevdaniya rejîma Îranê, bi dijî wê cehda rejîmê derdikevin û li çendîn bajaran de, postêr û binêrên teblîxiye rejîmê hatine dirandin û şevtandinê.

Şeva derbasbûyî lavên şoreşvan li Tehran, Kerec û Melik avada Meşhedê, dehan postêrên piştewaniya ji hemasê agir berdanê û ji nav birin.

Rejîm ku bi pere û çek û cebirxane li ser kîsê xelkê Îranê wan girûpan bi armanca şerxwaziya xwe teyar dike, niha jî di demekê de piraniya xelkê Îranê mihtacê nanê şevê ne, rejîm bi milyardan pere xercî wan cure teblîxên bêçine dike.