Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêya “Refeh” bo yekem car bo veguhastina birîndarên felestînî û kesên du nasnameyî hate vekirin

17:25 - 1 Çirriya paşîn 2023

Berpirsên Misrî dane zanîn ku xala sînoriya “Refeh” li navbera Misir û Xezê de bo yekem car bo derbasbûna birîndaran û xelkê du nasnameyî hatiye vekirin.

Pêka gotina berpirsên dewleta Misrê, bo yekem car xala sînoriya “Refeh” a di navbera Misir û Xezê de bo derxistina 90 birîndaran û 450 kesên du nasnameyî ji xezê vekirine; Pêka nûçeyên Belavbûyî hejmareke zêde ji birîndaran li Xezê de hewcehî bi veguhastin bo derveyî xezê hene.

Pêka raporên Ertîşa Îsraîl û saziyên ewlehî yên Îsraîl, hêzên Hemas û Cehada Îslamî xelkê wek mertalên zindî bi kar tînin û li nexweşxane û binerdên malên xelkê de cihgîr dibin û tevî hemû huşdarîdanên Îsraîl bi xelkê xezê, hêj beşek ji xelkê Xezê ber bi deverên başûrî Xezê ve neçone û hinek çavkaniyan jî ragihandine ku milîsên ser bi rejîma Îranê rêgirî ji derketina xelkê medenî ji bakûrê xezê û navendên şer dikin ku wan wek mertal bi kar bînin.