Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa jinavbirinê li ser 90 hezar darên Zagrosê heye

09:10 - 7 Çirriya paşîn 2023

Projeya bendava “Lîrok” li sinorê parêzgehên Lurdistan û Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê ku heyamê 15 sal e tevî hemû li hember sekinînên xelkê, rejîm dixwaze bi rê ve bibe, dibe sedema jinavçona 90 hezar darî.

Li egera birêveçona projeya çêkirina bendava “Lîrok” li sînorê parêzgehên Lurdistan û Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê, 90 hezar dar li vê deverê de ji nav diçin û ekosîstema vê deverê diguhere, ew jî yek ji pîlanên bizanebûn a rejîma kawilker a Îranê bo jinavbirina xwezaya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.

Pêka gotina Cihgirê Saziya Çavkaniyên Sirûştî û parastina ava Îranê “Neqî Şe`ibaniyan” vê saziyê ti îzin an derfetnameyek bo çêkirina vê bendavê nedaye bi ti kes an kompaniyekê.

Rejîma Îranê bi zanebûn û bi armanca veguhastina avê ji deverên Rojhilatê Kurdistan bi taybet ji çiyayên Zagrosê, avê bo deverên navendî veguhaze ku encama siyasetên wiha jinavçona xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Herwisa rejîma Îranê dixwaze bendava “Xirsana 3” li başûrê Zagrosê de çê bike ku pêka berevirdan, zêdetir ji 2 hezar û 400 hiktar ji daristan û çêrîngehan li parêzgehên Kohgîlûye û Boyêr Ehmed û Çarmihal û Bextiyariyê de ji nav diçin.