Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jêrderyayêya navkî Ya Amerîkayê gihîşte kendavê

10:43 - 8 Çirriya paşîn 2023

Li berdewamiya şandina hêza leşkerî ji aliyê Amerîka bo Rojhilata Navîn de jêrderayîya navkî ya Amerîkayê ku hilgirê çendîn çekên cur bi cur e, roja derbasbûyî gihîşte kendavê.

Pêka rapora “Pentagon”ê jêrderyayîya “USS Florida” a cura “Class Ohio” gihîşte avên kendavê û ew yeka li halekê de ye ku Amerîka dixwaza bi nîşandana hêza xwe rêgirî ji hewlên alozker ên rejîma Îranê bo alozkirina Rojhilata Navîn de bike.

Pêka rapora “Pentagon”ê tevî ku ev jêrderyayîye bi şewata navkî kar dike, lê ti çekeke navkî têde nîne lê dikare 154 mûşekên kurûz ên cura “Tomahawk” û 66 leşkerên taybet ên hêza deryayîya Amerîkayê hilgire.

Niha hêzên Amerîka jibilê hêzên vejayî, li Rojhilata Navîn de çend gemiyên firokehilgir û bi 10an gemiyên şerker ên pêşkevtî û balafirên startejîk ên cura B52 û herwisa çendîn skadranên wek F35, F22 û curên din li avên Rojhilata navîn de ne ku pêka gotina Pentagonê  ew hêzane wek huşdarîdan bi rejîma Îranê û rêgirî ji hewlên alozker ên rejîma Îranê li deverê de cihgîr bûne.