Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş kolber bi teqeya hêzên çekdar yên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

10:53 - 8 Çirriya paşîn 2023

Şeva Sêşemî 16ê Xezelwera 1402 a Rojî, şeş kolber ên xelkê bajarê Selasa Bawecanî, bi teqeya hêzên leşkerî yên rejîmê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Ew kolberane, bi bê agehdariya berê bûne armanca teqeya hêzên rejîmê û piştre bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Her divê derheqê de roja Pêncşemî 11ê Xezelwerê, 8 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê bi teqeya hêzên nizamî yên rejîmê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.