Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamiya Îranê roja “Emira Bi Merûf û nehî li Munkerî “ xiste nav rojmêriya fermî ya xwe

12:16 - 8 Çirriya paşîn 2023

Roja Sêşemî 16ê Xezelwerê, şêvreya bilind a Înqilaba Ferhengî, a rejîmê bi serokatiya Îbrahîm Reîsî Serokomarê Îranê, duyemîn roja meha muheremê li rojmêriya fermî a Îranê de wekî roja “Emira Bi Merûf û nehî li Munker”, navdêr kir û biryare ku ev pesendkirî li sala 1403 a Rojî, bê cîbicîkirin.

Rejîma Îranê li çendîn dehikan bi piştgirêdan bi “Emira Bi Merûf û nehî li Munker”,  û bitaybet li rêya geşta Îrşad ve, bi berdewamî mafê mirov pêşêl kiriye.

Navdêrkirina fermî ya wê rojê di halekê de ye ku li mehên derbasbûyî de alîgirên rejîma Îslamî ya Îranê bi piştgirêdan bi “Emira Bi Merûf û nehî li Munker”,  serkuta jinan û keçan zêde kiriye , mînaka herî berçava tundûtîjiyên rejîmê li jêr wî navî, kuştina Armîta Gerawend, qutabiya  temen 16 salî bû, ku ji aliyê hêzên naskirî bi parêzerên hicabê ve êrîş kirine ser û bi dijwarî lêxistin û piştî 28 roj mana wê di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

Di heyama zêdetir li yek sala derbasbûyî de piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê geşta Erşad ve, sedan kes ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine birîndarkirin û bo girtîgehan hatine veguhastin.