Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li navenda bajarê Xezê de berdewam e

12:26 - 8 Çirriya paşîn 2023

Şer li navenda bajarê Xezê de didome û Artêşa Îsraîlê operasiyona teqandin û jikarxistina tûnelên Hemasê dest pêkiriye.

Îsraîlê ragihand ku şer li navenda bajarê Xezê de didome û armanca Artêşa Îsraîlê ji operasiyonên roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, peydakirin û jinavbirîna tûnelên berfireh ên binerd ên milîsên Hemasê li Xezê de ye.

Bajarê Xezê ku navenda bingehîn a Hemasê ye bi tevahî ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin û hêzên Îsraîlê li navenda bajarê Xezê de digel milîsên Hemasê mijûlê şer in û ji aliyê din ve jî Hemasê îdia kiriye ku derbên giran li hêzên Îsraîlê dane.

Hemasê jî li vê derheqê de îdia kiriye ku “Hemas bi mifahvergirtin ji tûnelan, boseyan bo zirêpoşên Îsraîlê dadinê û hêzên Îsraîlî rastî berxwedana Hemasê hatine”

Herwisa Îsraîlê li raporeke nû de daye zanîn ku berpirsê berhemanîna cebilxaneya Hemasê “Muhsin Ebozîna”kuştiye.

Ji aliyekê ku Îsraîlê ragihandiye heta azadnekirina tewaw a bi barmitegirtiyan, şer bi awayê demkî nasekinîne, Hemasê jî gotiye ku heta şer nesekine em barimteyan azad nakin.