Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li êrîşa vejayî ya hêzên Îsraîl bo ser Xezê heta niha 31 serbazên Îsraîlî hatine kuştin

13:12 - 8 Çirriya paşîn 2023

Pêka dawî amarên belavbûyî, li êrîşa vejayî ya Artêşa Îsraîlê bo ser Xezê, heta niha 31 serbazên Îsraîlî hatine kuştin û Îdareya Tendirustya Xezê jî belav kiriye ku heta niha 10 hezar û 328 kes li xezê de hatine kuştin.

Pêka dawî raporên belavbûyî ji destpêka êrîşa vejayî ya Artêşa Îsraîlê bo ser Xezê, heta niha 31 serbazên Îsraîlî hatine kuştin û Îdareya Tendirûstiya Xezê jî belav kiriye ku li destpêka şerê Hemasê digel Îsraîlê, 10 hezar û 328 kes hatine kuştin, 26 hezar kes birîndar bûne û 2 hezar û 300 kes jî bê serûçûn in.

Pêka girte vîdyo yên belavbûyî, hêzên hemasê bi kincên medenî li nav Xezê de ne û xelkê medenî  wek mertal bi kar tînin û navendên tendirustiyên wek nexweşxane û navendên dermanî û herwisa xwendingehan wek navendên şer û enbarên cebilxaneyê bi kar tînin.

Gelek caran xuya nîne kesên ku bi kincên medenî li Xezê de têne kuştin ji milîsên Hemasê ne an xelkê medenî.