Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardeya nefta Îranê kêm dibe

16:53 - 8 Çirriya paşîn 2023

Hinardeya nefta Îranê bo derve li meha derbasbûyî de 194 hezar bermîl daket û wê mehê jî 162 hezar bermîl kêm bûye, li serhev li wan 2 mehan de 356 hezar bermîl kêm bûye.
Pêka rapora “TankerTrackers” ku bi awayekî hûr çavdêriyê li ser hatinûçona gemiyên nefthilgir li seranserê cîhanê de dike, hinardeya nefta Îranê li meha derbasbûyî ya Zayînî de 194 hezar bermîl kêm kiriye û gihîştiye milyonek û 430 hezar bermîlan û li 2 mehên derbasbûyî de jî 356 hezar bermîl kêm bûye.
Herwisa “TankerTrackers” li malpera xwe de belav kiriye ku li meha Septemberê de jî hinardeya nefta Îranê 162 hezar bermîl bi pêka meha pêştir anku meha “August”kêm bûye.
Pêka gotina karnasên aborî, daketina hinardeya nefta Îranê pêwendî bi nebûna kiryarê neftê û kêmbûna daxwaza kirina neftê ji Îranê bûye.
Rejîma Îranê bo valakirina enbarên xwe yên paşkevtkirina neftê li derya û hişkaniyan û herwisa hewcehiya lezgîn bi diraf, neftê bi nirxekê gelek kêmtir ji nirxa bazaran difroşe û tevî vê yekê pitira welatan amade nînin neftê ji Îranê bikirin û pêka raporên belavbûyî piraniya nefta Îranê ji aliyê Çînê ve bi nirxeke gelek kêm tê kirin.
Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê li 9 mehên berbasbûyî de rejîma Îranê zêdetir ji 4 milyard û 200 milyon dolar neft erzantir daye Çînê.