Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa avarteaya netewî li derheq Îranê ji aliyê Amerîkayê ve saleke din jî hate demdirêjkirin

15:33 - 8 Çirriya paşîn 2023

Amerîkayê destûra rewşa avarteya netewî li derheq rejîma Îslamiya Îranê bo heyamê saleke din demdirêj kir.
Roja Sêşemî 16ê Xezelwera 1402 a Rojî, Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” fermana birêvebirina rewşa avarteya netewî li hember rejîma Îslamiya Îranê pêka fermana birêveberiya 12170, bo heyamê salekê demdirêj kir.
 “Joe Biden” li derheq nîgeraniyên niha yên pêwndî digel rejîma Îranê bi tekezî got: “Pêwendiya digel rejîma Îranê hêj asayî nebûye û fermana avarteya netewî li hember wî welatî dê berdewam be”.
Fermana birêveberiyê ya 12170 li serdema serkomariya “Jimmy Carter”, piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîka ji aliyê xwendekaran ên bi navê “Pêyrovê Xetê Îmam” hate dan.
Ew fermana birêvebirinê, ji sala 1979 a Zayînî ve, her salê ji aliyê Serkomarê serdem ên Amrîkayê ve hatine wajokirin û demdirîêjkirin.
Pêka vê fermanê, rejîma Îranê wek gefek neasayî û zêde li dijî ewlehiya netewî, siyasetên derve û aboriya Amerîkayê tê hejmartin.
Hêjayê gotinê ye ku ew fermane, desthilta vê yekê dide Serkomarê Amerîkayê ku darayiyên rejîma Îranê dest bi ser de bigre û herwisa bingeha piraniya dorpêçên Amerîka bi ser rejîma Îslamiya Îranê li xwe digre.