Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdem digel êrîşên Îsraîlê bo ser Xezê, nîgeraniya berfirehtir bûna şer jî zêdetir dibe

17:27 - 1 Çirriya paşîn 2023

Digel zêdetir bûna êrîşên Îsraîl bo ser Xezê, tev xizmetguzariyên weke pêywendîgirtin û înternêt li Xezê hatine qut kirin, hevdem nîgeraniyên berfirehtir bûna aloziyan bo deverên din heye,  û demekî wiha de Amerîka jî hêzên zêderire serbazî bo Rojhilata Navîn şandine.

Bilî êrîşên esmanî û operasyonên zemînî yên Îsraîl bo ser Xezê, hêza deryayî a wî welatî êrîş kire ser devera qiraxavên Xezê.

Tevî zêdetir bûna aloziyên Îsraîl û Hemasê li qiraxa Xezê û zêdebûna tevgeryana hêzên mîlîş yên ser bi Komara Îslamî li Rojhilata Navîn, Husên Emîr Ebdullahiyan Wezîrê Derve yê rejîma Îranê roja Sêşemî rêkevta 9ê Xezelwerê di hevdîtinekê de digel Îsmaîl Heniye Berpirsê deftera siyasiye Hemasê li Qeterê got: li egera domkirina êrîşên Îsraîlê, ti aliyek li bandorên encamên vê êrişî bi dûr namîne.

Hevdem Husiyên Yemenê ragehand: ku çendîn diron û mûşek havêtine Îsraîlê.

Yehya Serîh, Berdevkê Husiyên Yemenê di ragehandinekê de got: me mûşek û dironên zêde havêtine Îsraîlê û li pêşerojê de jî bo alîkariya Felestînê heta serkeftinê emê êrîşên zêde bi wî awayî bo ser Îsraîlê encamp bidin.

Ji aliyekê din ve “Patirîk Raydêr”, Berdevkê Pêntagonê roja Sêşemî behsa şandina 300 serbazên din yên Amerîkayê bo deverê kir û got: ev hêz naçine Îsraîlê, tevî wane di rojên derbasbûyî de Amerîkayê di çend qonaxên cuda de Navgan û firokeyên şerker yên xwe bo deverê şandine.

Di despêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê heta niha, nêzî 8 hezar û 500 Felestînî û hizar û 500 Îsraîlî hatine kuştin, herwisa zêdetir ji 21 hezar Felestînî û 5 hezar û 430 Îsraîlî birîndar bûne.