Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi rê ve çon

10:25 - 9 Çirriya paşîn 2023

Li bajarên “Îlam, Ehwaz, Mahşehr, Axacarî, Şûş û Bêhbehan”ê de kombûnên nerizayetî bi rêve çon û li bajarê Bêhbehanê de kombûna dayîkên xwendevanan rastî tundtîjiyê hat.

Roja Çarşemî 17ê Xwezelwera 1402 a Rojî, malnişînkiriyan li bajarê Îlamê de li ber deriyê bînaya Sendûqa malnişînkiriyan li wî bajarî de kombûneke berfireh a nerzayetiyê lidar xistin û li dijî çewtekarî û neşiyana berpirsên pêywendîdar û rejîmê dirûşm dan.

Herwisa li bajarê Ehwazê de jî karmendên fermî yên wezareta Feftê kombûna xwe ya nerizayetiyê li sêyemîn rojê de berdewam kirin.

Li bajarê Mahşerê de jî karmendên fermî yên wezareta Neftê ya devera taybetiya aborî, li derheq pêrenegihştin û guhnedana berpirsên pêywendîdar bi pirsgirêkên kar û jiyana wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bjarê Axacariyê de karmend û kedkarên kompaniya “Behrêberdariya Neft û Qaza Axacarî” kombûna nerizayetiyê ku ji çend roja berî niha ve dest pêkiribû, berdewam kirin.

Li bajarê Şûşê de jî malnişîmkiriyên saziya dabînkirina civakî li ber deriyê bînaya sendûqa malnişînkiriyên dabînbkirina civakî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Bêhbehanê de jî bi sedema nebûna mamsote li polên sêyem û pêncem û herwisa nebûna mamosteyê werzîşê, dayîkên xwendevanan kombûna nerizayetiyê lidar xistin ku ji aliyê hêzên serkutker û spaha pasdaran a terorîst û besîcan û parastina xwendingehê, tundûtîjî kevte nav kombûna hêminaneye neraziyan û dayîkên xwendevana rastî lêdanê hatin û bi şokerê dayîkeke ducan li erdê dan.