Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas nexweşxaneyên “Şefa û Qeter”ê bo armancên leşkerî bi kar tîne

10:30 - 9 Çirriya paşîn 2023

Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku Hemas ji nexweşxaneyên “Şefa û Qeter”ê bo encamdana êrîşan bo ser hêzên Îsraîlê mifahê verdige.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê “Pîtêr Lêrnêr” li hevpeyvînekê de digel Nûçegihaniya “Yûro Niyûz”ê de got: “Hemas ji nexweşxaneyan, mizgevtan û alavên Saziya Netewên Yekgirtî bo veşartina hêzên xwe bi kar tîne”.

Wî berdevkê Artêşa Îsraîlê tekezî kiriye ku Îsraîl hewlê dide rêjeya kuştina kesên medenî li Xezê de kêm bike lê Hemas bi tirsandina xelkê û heta çêkirina astengiyan li ser rêya xelkê, derfetê nade xelkê ku ji devera bakûrê xezê bo devera başûr a Xezê, derbas bin.

 Herwisa “Pîtêr Lêrnêr” got: “Me çendîn caran gotiye ku xelkên li nexweşxaneyan û nexweşên razandî li wir dikarin bi ambolans û alavên hewce yên dermanî ji wir derkevin û derbasî deverên başûr bibin”.

Navbirî ev yeka jî bi tekezî got ku: “Hemas ji nexweşxaneyên wek “Şefa û Qeter”ê bo encamdana êrîşan, navenda operasiyonan, navenda fermandehî û kontrolê bi kar anîne”.