Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê pîlaneke terorîstî ya Hizbullah a Lubnanê pûç kir

08:03 - 9 Çirriya paşîn 2023

Mûsad û herwisa dezgehên ewlehî yên Birêzîlê, pîlaneke terorîstî ya Hizbullaha Lubnanê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darêtin, pûç kirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Rûyterzê”, Mûsad bi hevkariya dezgehên ewlehî yên Birêzîlê û dezgehên ewlehî yên navnetewî pîlaneke terorîstî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darêtin û piştevaniya malî ya vê jî hatibû kirin, li Birêzîlê de pûç kirine û li vê derheqê de 2 kes ji aliyê Polîsê Federal va hatine binçavkirin.

Pêka rapora Rûyterzê, wê girûpê dixwest bo encamdana kiryareke terorîstî li navxweyê Birêzîlê, xwe amade bike û herwisa dixwest hejmarek ji xelkê Birêzîlê bo encamdana vê pîlanê bo aliyê xwe rakêşe.

Polîsê Federal jî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 2 kes bi tawana terorîsmê li bajarê “Saopaolo”yê binçav kirine lê ti zanyariyek li derheq nasnameya wan kesan belav nekiriye.

Tevî evê ku Polîsê Federalê Birêzîlê rasterast ti navek ji Hizbullah a Lubnanê neanîye, lê ragihandiye ku girûp û milîs li Birêzîlê de bo encamdana kiryarên tundajo, xelkê Birêzîlê bi kar anîne.