Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 24 demjimêran de, dehan girtî ji aliyê rejîma mirovkuj ve hatine sêdaredanê

10:37 - 9 Çirriya paşîn 2023

Maşîna mirovkujiya rejîma cinayetkare rejîmê ji heçî demê karatir bûye û tenê di 24 demjimêrande nêzî 20 kes ji girtiyan li girtîgehên Îranê de, ji aliyê celladên rejîmê ve hatine sêdaredanê.

Roja Çwarşemiyê 17ê Xezelwera 1402 an a rojî, 9 kes li girtîgeha Kerecê, 2 kes li girtîgeha Îsfehanê, 1 kes li girtîgeha Kirmanê , û kesek jî li girtîgeha Urmiyê ji aliyê rejîma hov û mirovkuje komara Îslamî ve hatine sêdaredanê.

Di heyamê wan 17 Rojên derbasbûyî ye meha Xezelwerê de, aliyê kêm û tenê evên ku rejîmê êdama wan ragihandiye û aşkera ye, 56 kesin.

Rejîma mirovkuj bi zêde kirina pêla berfirehe kuştin û sêdaredana girtiyan , dixaze rewşekî taybetiye tirs û xofê biafirîne bi armanca çavtirsandina xelkê azadîxwaz û ji bona dirêjkirina temenê xwe yê dîktator.