Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, 50 hezar felestînî ji devera bakûrê Xezê derketin

08:12 - 9 Çirriya paşîn 2023

Pêka gotina berdevkê Artêşa Îsraîl, roja Çarşemiyê 50 hezar felestînî yên bakûrê Xezê karin ji rêya Selahedîn, derbasî deverên başûrî bibin.

Berdevkê Artêşa Îsraîl “Daniyal Hegarî” ragihandiye ku nêzî 50 hezar kes ji xelkê bakûrê Xezê karîne bi rêya ewleh û diyarîkiriya Artîşa Îsraîlê ya “Selahedîn” ji bakûrê Xezê derkevin û rû bi deverên ewleh û aram ên başûrê Xezê ve herin.

Herwisa “Danyal Hegarî” got: “Ew xelka dizane ku Hemasê kontrola bakûrê Xezê ji dest daye û rewş li deverên başûr de ewleh e û li wir xwarin, av û derman bi qasa hewce dest dikeve”.

Herwisa wî berdevkê Artêşa Îsraîl bi tekezî gotiye ku ew rêye, careke din li roja Pêncşemî 18ê Xezelwerê dê bê vekirin.

Artêşa Îsraîlê li wan çend rojan de, çend caran ji demjimêr 10ê sibêdehê heta 2ê piştînivro, derfet daye xelkê devra bakûrê Xezê ku li rêya ewleh û diyarîkiriya Selahedîn ve dikarin bi ewlehî derbasî devera başûrê Xezê bibin.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên Îsraîlê li navenda bajarê Xezê de ne û helqeya dorpêçkirina Hemasê dem bi dem tengtir dibe.