Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên milîsên ser bi rejîma Îranê û enbara cebilxaneya rejîmê li Sûriyê hate teqndin

10:54 - 9 Çirriya paşîn 2023

Saziuya Çavdêr a mafê mirovî li Sûriyê ragihand ku binkeyeke esmanî li derdora balafirxaneya Demişqê bû armanca êrîşa Îsraîlê û tevî xisarên malî, 3 endamên Hizbullahê hatine kuştin û 3 milîsên ser bi rejîma Îranê jî birîndar bûne.

Pêka rapora wê saziyê, li demjimêrên şevê yên Çarşemî 17ê Xezelwewrê, binkeya berevaniya esmanî li derdora balafirxaneya Demişqê bû armanca êrîşa Îsraîlê û tevî xisarên malî, 3 endamên Hizbullahê hatine kuştin û 3 milîsên ser bi rejîma Îranê jî birîndar bûne.

Herwisa Çavdêrê mafê mirovî li Sûriyê daye zanîn ku 9 milîsên ser bi rejîma Îranê li êrîşa Amerîkayê de bo ser Dêrezorê hatine kuştin û enbara cebilxaneya spaha pasdaran jî hatiye teqandin.

Herwisa Îsraîlê navend û binkeyên leşkerî yên berevaniya esmanî li “El-Swîda”yê kirine armanc û teqandin.

Li vê derheqê de nûçegihaniya fermî ya rejîma Sûriyê, “SANA”yê belav kiriye: “Derdorê demjimêr 10 û 22 xulekên şevê ya Çarşemiyê, Îsraîlê ji aliyê “Be`elbeka Lubnanê” ve êrîşa esmanî kiriye ser deverên başûr ên Sûriyê ku li çend cihan de xisarên madî li pey xwe aniye”.

Herwisa Çavdêrê mafê mirovî li Sûriyê daye zanîn ku 9 milîsên ser bi rejîma Îranê li êrîşa Amerîkayê de bo ser Dêrezorê hatine kuştin û enbara cebilxaneya spaha pasdaran jî hatiye teqandin.