Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê Seqizê bi teqeya hêzên nizamî yên rejîmê li ser sînorê Bane hate kuştin

11:26 - 9 Çirriya paşîn 2023

Şeva Sêşemî 16ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê Azad Setarpena, kurê Mehmûd û Amîne xelkê bajarê Seqizê bi teqeya hêzên nizamî yên rejîmê li ser sînorê Bane hate kuştin.

Hêzên nizamî yên rejîmê bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê Hengejal a Bane, teqe ji wî kolberî kirine ku di encam de canê xwe ji dest daye

Azad Setarpena xelkê gundê Dereziyaret a ser bi bajarê Seqizê ye, herwisa xîzandar û bavê du zarokan bûye.