Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berbijêrên serkomariya Amerîka, li ser kiryara micid digel rejîma îranê hevrane

09:04 - 9 Çirriya paşîn 2023

Pênc berbijêrên namzediya bo serkomariya Amerîka bo sala 2024an, li nîqaş xwe de, berxurda digel rejîma Îranê bi hewce zanîn û ragihandin ku serê Mar ji bona şer û aloziyan li Îranê de ye.

Wan berbijêrên Demokrat û Komarîxwaz, tekezî kirin ku rejîma Îranê bi piştewaniya terorîzmê li deverê de, dibe sedemê fitne û şer û nehêminiyê, lewra bernama me a destpêkî li dema geheştina bi posta serkomariya Amerîka, berxurda tund dê digel rejîma Îranê be.

Nîkî Hêlî yêk ji berbijêran got: Hewceye ku Amerîka bingehên rejîma Îranê bibne armanc ku nekare pişta girûpên terorîst li deverê de bigre. Herwisa got: Ger piştewaniya rejîma Îranê nebaya, Hemas, Hizbullah, Husî û yên dinê nedikarîn êrîşê bikne ser hêzê Amerîka.

Ran Dîsantîs berbijêrekî dinê ye serkomariya Amerîka got: Amerîka divê bi rejîma Îranê bide îsbatkirin ku hekî sedeme li hêzên Amerîka bigre, Tehran dê bacekî giran bide.

Tîm Iskat berbijêrekî dinê got: Amerîka û Îsraîl divê destpêkê de Îranê xirîserhev bikin.

Kirîs Kiristî namzedekî din got: Divê em li cehda lewazkirina rejîma Îranê de bin.

Yuk Ramasuwamî berbijêrê din got: Îsraîl ne tenê mafê ji navbirina Hemasê heye, belkî divê piştewanê hemasê anku rejîma Îranê jî siza bide û destê wê bibire.

Her Pênc berbijêrên serkomariya Amerîka li ser rejîma Îranê hevra bûn.