Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îznê nade ku rêûresma heftiya şehîdbûna Armîtayê bi rê ve here

15:05 - 1 Çirriya paşîn 2023

Roja Pêncşemî 11ê Xezelwerê, heftemîn roja Şehîdbûna “Armîta Girawend” e û rejîma Îranê givaş xistine ser malbata “Girawend” ku nabe li vê rojê de rêûresma heftiya şehîdbûna Armîtayê bi rê ve bibin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, malbata şehîd “Armîta Girawend” dixwazin li roja Pêncşemî 11ê Xezelwerê, rêûresma heftiya şehîdbûna Armîtayê bi rê ve bibin, lê hêzên ewlehî givaş xistine ser vê malbataê ku li roja Çarşemiyê de bi rê ve bibin”.

Herwisa hêzên ewlehî gotine malbata “Girawend” ku egera alozbûna goristanê li roja Pêncşemiyê de gelek zêde ye û divê li roja Çarşemî ku heşîmetek kêm li goristanê heye, vê rêûresmê bi rê ve bibin.

Givaş û reftarên dûr ji hemû exlaqên mirovî yên hêzên rejîma Îranê digel Malbata “Girawend li halekê de ye ku ev malbata bi sedema trjadêdiya ku bi ser keça wan de hatiye, xembar û reşpoş in.

Rejîma Îranê ji nav û tirba şehîdan ditirse û dizane ku nav û tirba wan dibe cihê kombûna azadîxwazan û xelkê Azadîxwaz dê bi tola wan şehîdan serî hildin û rejîmê biherifînin.