Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cudatîdanîna zayendî li Îranê bûye sedem ku bi milyonan jin nekarin li bazara kar de minjûl bibin

11:02 - 11 Çirriya paşîn 2023

Cutadîdanînên zayendî li bazarên Îranê de bûye sedem ku bi milyonan jin nekarin li beşên aborî de mijûlê kar bin, ew yeka tevî paşhatên civakî, derbeke giran bi aboriya giştî ya xelkê Îranê ye.

Cudatîdanînên sîstematîk a zayendî li Îranê ku pitir bi sedema siyasetên li dijî jinan a rejîma Îranê bo ser xelkê Îranê de hatiye sepandin, bi milyonan jin nekarîne li beşên aborî de mijûlê kar bibin û aborînasên rejîma Îranê jî ti siyasete serast û rohn bo beşdarbûna jinan li beşa aborî û bazara kar de nînin û cudatîdanînên sîstematîk a zayendî, ji dema hatineserkar a rejîma Îranê ve sedema bingehîn a beşdarnebûna jinan li warê aboriyê de ye.

Pêka dawî amarên navenda Amar a rejîma Îranê, ji heşîmeta 32 milyon û 200 hezar kesî ya jinên ku li temenê karkirinê de ne, zêdetir ji 27 milyon û 500 hezar kes bi tevahî nekevtine nav bazara kar û bêkar mane.

Pêka nivîsa rojnameya “Iqtisad” a ser bi rejîma Îranê, rêjeya bêkarmana jinan 2 qat zêdetir ji rêjeya bêkarmana mêran e.

Bi sedema cudatîdanînên sîstematîk ên rejîma Îranê, li hember karê vekhev digel mêran de jin heqdesta kêmtir verdigrin.