Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bûyereke hatinûçonê de li nêzî gundê Rajanê ser bi bajarê Urmiye, 7 wekatiyan canê xwe ji dest da

11:08 - 11 Çirriya paşîn 2023

Bi sedema bûyera hatinûçonê li navbera 4 maşînan li rêya Mirgewer-Urmiyê de li nêzî gundê Rajanê, 7 welatiyan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî, roja Înê 19ê Xezelwerê, bi sedema ji rêderketina maşêneke cura “Semend” û lêketin bi maşîneke cura “Prayd” ku li rûberû ve hatiye, bûyer qewimiye ku ew yeka bûye sedema lihevketina 2 maşînên din û pêka amarên xwecihî, 7 welatî li vê bûyerê de canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.

Herwisa hatiye baskirin ku hebûna kendal li vê rêyê de bi taybet li cihê qewimîna vê bûyerê, sedema bingehîn a ji rêderketina maşîna cura “Semend” û qewimîna vê bûyerê bûye.

Tevî standardnebûna rêyên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet ên li derdoran bajaran, heyamekî zêde ye ku nehatine nûjenkirin û ew rêyane bi sedema kendalên li nav rê û nezanistîbûna çêkirina wan û berçavnegirtina yasayên çêkirina rê, bûne sedema bûyerên dijwar.

Pêka gotina berpirsê Polîsê Hatinûçon ê rejîmê li bajarê Urmiyê, ji Newroza îsal ve heta niha 371 kes bi sedema bûyerên hatinûçonê li parêzgeha Urmiyê de canê xwe ji dest dane û %61 a tevahiya wan bûyeran, li wan cihan de qewimîne ku bi berdewamî bûyerên hatinûçonê li wan cihan de diqewimin.