Serokwezîrê Îsraîl ragihandiye ku serbazên Îsraîlî bi awayekî bê mînak li şer digel Hemasê de li Xezê, bi pêşve çone û Îdareya Tendirûstiya Xezê jî belav kiriye ku derdora 11 hezar Felestînî heta niha hatine kuştin.
Li dawî raporên roja Înê yên şerê li navbera Îsraîl û hemasê de, Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” ragihandiye ku serbazên Îsraîlî bi awayekî bê mînak li şer digel Hemasê li Xezê de bi pêşve çone û Îdareya Tendirûstoiya Xezê jî belav kiriye ku rêjeya kuştiyên Felestînî ji 11 hezarî derbas bûye.
Serokê Şêwreya Ewropayê “Charles Michel” tevî ku rexne ji dorpêçkirina tevav a Xezê ji aliyê Îsraîlê ve girtiye, ragihand ku “kiryara terorîstiya Hemasê li 7ê Octoberê, bi ti awayek nayê qebûlkirin û ew cinayeta eşkere ya şer bûye”.
Ji aliyê din ve wezareta Derve ya Îsraîlê li raporeke nû de da zanîn ku li êrîşa Hemasê li 7ê October”ê de hezar û 200 kes ji xelkê medenî û jin û zarokên bê tawan ji aliyê hêzên Hemasê ve hatin ekuştin û 240 kes ên wek zarokên sava, jin û mêrên bi temen, wek barimte ji aliyê Hemasê ve hatine revandin.