Polîsê Îspaniyayê ragihandiye ku siyasetmedarekî Îspaniyayê kevtiye ber êrîşa terorîstî lê navbirî ji mirinê rizgar bûye û wî siyasetmedarî jî ragihandiye ku terorîst ji aliyê Îranê ve hatine şandin.
Polîşê Îspaniyayê ragihand ku li 18ê Xezelwerê li bajarê “Madrîd”ê, ji aliyê terorîstekî ku ajotvanê motorsîklêtekê bûye, hewla terorkirina siyasetmedarê Îspaniyayê “Alejo Vidal Quadras Roca” li nêzî mala wî de hatiye dan û ew siyasetmedarê Îspaniyayê li encama vê terorkirinê de serûçavên wî birîûndar bûne.
Pêka gotina berpirsên nexweşxaneya “Gregorio Maranon” a bajarê Madrîdê, “ li encama teqeyê de çena “Alejo Vidal Quadras Roca” şikestiye ku dê niştergerî bo bê kirin û rewşa tendirûstiya wî baş e û mertirsiya canî li ser wî nîne”.
Tevî ku heta niha Polîsê Îspaniyayê ti alî an welatek bo encamdana vê hewla terorîstî bi tawanbar nas nekiriye, lê “Alejo Vidal Quadras Roca” gotiye: “Bi rengehiya herî zêde ew terorîste ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye şandin”.
Polîsê Îspaniyayê bi hebûna hinek zanyariyan li pey peydakirin û binçavkirina wî terorîstî de ne.
“Alejo Vidal Quadras Roca” yek ji endamên partiya Parêzvan a xelkê Îspaniya û serokê deverî yê vê partiyê li “Katalonya” ya Îspaniyayê ye.