Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê birayê Şehîd “Fercad Derwîşî” binçav kiriye

17:10 - 11 Çirriya paşîn 2023

“Seyad Derwîşî”, birayê Şehîd  “Fercad Dewîşî” yê xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binaçv kirine.
Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, “Seyad Dewîşî”, birayê Şehîd “Fercad Derwîşî” li heyama wan çend rojên derbasbûyî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê vê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya, veguhastine.
Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn ku “Seyad Derwîşî” li yek ji şeqamên bajarê Urmiyê de hatiye binçavkirin û heta niha lipeykevtinên malbata “Derwîşî” bo agehdarbûn ji sernivîsa wî, bê encam mane.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq tohmetên sepandî bi ser “Seyad” û herwisa cihê ragirtîna wî, li berdest nîne.
Şehîd “Fercad Derwîşî” yê temen 23 salî û xelkê gundê bajaroka “Balo”yê li 29ê Xezelwera 1401 a Rojî li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî” li şehreka “Welîesr”a bajarê Urmiyê de bi teqeya rastersat a hêzên serkutker û hov ên ewlehî yên rejîma Îranê hate şehîdkirin.