Nimêja roja Înê ya bajarê Zahidanê li rewşeke tevav ewlehî de û bi pêşnimêjî û xutbeya “Mewlewî Ebdulhemîd”, bi rê ve ço.
Pêka rapora “Halveş” hêzên ewlehî û serkutker ên rejîma Îranê bi danîna binkeyên sekinandin û lêkolînan li ser şeqamên bajarê Zahidanê, çavdêrî li ser hatin û çona xelkê kirin û bi taybet vekolîn li jiyan kirin û hêzên xwe yên serkutker li nêzî mizgevta Mekkî” li xwendingehekê de cihgîr kirine.
Tevî ku rejîma Îranê înkar dike, lê bi berdewamî xwendingehan wek binkeyên bêhnvedan û cihgîrkirina hêzên serkutker û cihê mana wan bi kar tîne.
“Mewlewî Ebdulhemîd” li axafitên xwe de tevî ku ragihand Misilmanên Sunnî, ti ragihandinek li Îranê de nîn û azadiya ragihandinan li Îranê de nîne, got: “Ragihandinên ku ser bi rejîma Îranê ne, dengo û nûçeyên çewt bi armanca çêkirina aloziyan belav dikin”.
Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi serkuta azadiya gotinê li Îranê, got: “Azadiya gotin û azadiya nivîsîn, bi qazanca xelkê ye û divê hikûmet rojnamevanan azad bike”.