Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa welatiyekî Kurd li bajarê Xoyê nexuya ye

10:31 - 12 Çirriya paşîn 2023

Mûsa Muradî, welatiyê xelkê bajarê Kotol ser bi bajarê Xoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin û tevî derbasbûna heyama sê heftiyan hêj çarenivîsa wî nexuya ye.

Mûsa Muradî temen 51 salî û xelkê bajarê Kotol yê ser bi bajarê Xoyê, heyama bîst rojane ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Gorî rarapora rêkxistina mafê mirove Hengawê, Mûsa Muradî di heyama girtinê de li mafên wek derpêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe herwisa peywendiya telefonî hatiye bê parkirin.

Mûsa Muradî ku karê wî pîneçiye, roja Înê 28ê Rezberê ji aliyê hêzên ewlehî Îdareya Îtilaata bajarê Xoyê hatiye girtin û heya niha çarenivîsa navbirî nexuya ye.