Pêka gotina karnasên Aborî li heyama wan 2 salên derbasbûyî de enfilasiyon zêdetri ji %250 bilind bûye û heqdesta kedkaran jî kêmtir ji 1 li ser 3 ya asta diyarîkirî ya hêla hejariyê ye.
Li wan 2 salên derbasbûyî de hejarî bi rêjeke lezgîn piraniya çîn û qatên civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê li xwe girtine û pêka amarên ku rejîma Îranê li meha Xermanan a îsal de belav kirine, enfilasiyon zêdetir ji %250 zêde bûye û herwisa dahata kedkarekê kêmtir ji 1 li ser 3 a asta diyarîkirî ya hêla hejariyê ye.
Pêka amarên ku nûçegihaniya “ÎLNA” a ser bi rejîmê belav kiriye, hêla hejarî li bajarê Tehranê 30 milyon Tumen û li bajarên din de zêdetir ji 23 milyon Tumen e, ev yeka li halekê de ye ku nêvinciya dahata her karmendekî li Îranê nêzî 10 milyon Tumen û heqdesta nêvincî ya kedkarekî xwedî jin û zarok nêzî 8 milyon Tumen e.