Nêzî 2 mehan bû ku Rûsiyê êrîşa xwe ya bo ser Ukraînê rawstandibû, şeva derbasbûyî carekî dinê “Kîêf” a paytextê Ukraînê kire armanca êrîşa mûşekî.
Berdevkê hêza Esmaniye Ukraînê ragihandiye ku ji bilî mûşekan, Rûsiyê firokên bê firokevanê xwe teqên “Pehpad” li vê êrîşê de bikar anîne.
Ukraynê ragihan ku 19 Pehpad xistine xwarê û ev Pehpadê xweteqên, ji corê Şahêd yên çêkirîye rejîma Îranê bûn. Hêzên esmaniye Ukraînê ji 31 Pehpadên ku Rûsiyê li vê êrîşê de bikar anîbûn, karîne 19 pehpadan berî evê ku bigehne armanê, biteqînin.
Şerê di navbera Rûsiye û Ukraînê nêzî 2 mehan bû ku bi bê ragihandina agirbestekî fermî rawestabû, û bitaybet ev meheke ku şerê Hemas û Îsraîlê bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşaye, di demekî wiha de carekî din rûsiye êrîşê dike ser Ukrayînê.