Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 11 bajarên Îranê de kombûna nerizayetî bi rê ve çon

11:30 - 12 Çirriya paşîn 2023

Pêka dawî nûçeyan li zêdetir ji 11 bajarên Îranê de malnişînkirî û karmendên pîşeya neftê û pîşeyên cuda bi sedema guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan, kombûnên nerizayetiyê, lidar xistine.

Roja Şemî 20ê Xezelwerê, karmendên fermî yên kompaniya “Neft û Gaza Axacarî” kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirine, ajotvanên kamiyonan li bajarê Zabolê, malnişînkiriyên kompaniya pîşeya Pola li bajarên Ehwaz û Îsfehanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa xisarberketiyên kompaniya “Rizayet Xodro” li Takistanê li bajarê Qezwînê de li ber deriyê dadgeha rejîmê kombûna nerizayetî lidar xistine.

Li bajarê Erak û Tehranê de jî perestaran kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Herwisa hejmarek ji xelkê bajarê “Anabed”ê li parêzgeha Xurasanê de li ber deriyê kompaniya çandin û pîşeya “Astana Qudsa Rezewî” kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Kombûna nerizayetî ya qatên cuda cuda berdewamin, lê heta niha berpirsên pêwendidar ti girîngiyek bi daxwazpên wan nedane.