Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 kolber bi teqeya hêzên çekdare rejîmê hatine birîndarkirin

11:52 - 12 Çirriya paşîn 2023

Şeva Şemî 20ê Xezelwerê, 7 kolberên Kurd bi teqeya çekdarên rejîmê li ser sînorê Bane bûne armanc û hatine birîndarkirin.

Li gorî nûçeya Hêranayê, hêzên rejîmê bi guleyên cengî, ser, dest,pişt û lingê kolberan kirine armaca xwe.

Ev 7 kolberên Kurd bi sedema kurahiya birînên xwe bi mebesta tedaviyên pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Bêkarî û xirapiya rewşa abûrî di Kurdistanê de wiha kiriye ku salane hejmarek zêde ji xelkê Kurdistanê rû li karê kolberiyê bikin, tevî rûdawên sirûştî hejmareke berçav ji wan kolberan, bi teqeya hêzên rejîmê liser sînoran têne kuştin beşek jî birîndar dibin yan jî bo hertimî beşek ji cesteyên xwe ji dest didin.